Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

390 syf.
10/10 puan verdi
Hayata başkaldıran DENGBÊJ GAZİN
Dengbêj Gazin (Raziye Kizil) di sala 1959’an de li Tetwana Bedlîsê ji dayik dibe. Ji zaroktiya xwe de ji stranan û dengbêjiyê hez dike. Lê malbata wê qet nahêle ku dengbêjiyê bike û wê di temenekî biçûk de hê di 15 saliye wê de dizewicînin. Dema tê zewicandin wê ji gund dibin, li bajar bi cih dikin û cilên wê yên neteweyî jê dikin. Gazin di nav zor û zehmetiyan de jiyana xwe didomîne lê qet dev ji stranbêjiya ku tenê dihiştin di dawet û dîlanan de bibêjin, bernade. Gazin piştî ku têkoşîna Hozan Mizgîn dibîne biryar dide ku êdî dê stranên xwe bi dengekî bilind bibêje. Dibêje heke Hozan Mizgîn bawer kiribe ku em ê bikaribin bi ser bikevin, ez ê jî têbikoşim û bi ser bikevim. Cara yekemîn di dawetekê de stranan dibêje û piştre diçe Stenbolê qasedekê derdixe. Lê ji ber ku malbata wê naxwaze dengbêjiya wê qebûl bike, ew qaseda xwe vedişêre. Bi cîranên xwe re qeseda xwe guhdar dike lê nabêje ev dengê min e. Dengbêj Gazin bi têkoşîna xwe cara yekemîn ji bo jinên kedkar di 8’ê Adara 2012’an de, di Roja Jinên Cîhanê de li Amedê derdikeve ser dikê û bi kelecaneke mezin distirê. Erê Gazin qalibên civakê dişkîne û derdikeve ser dikê lê dizane ku hê bi hezaran jinên ku dengên wan ji aliyê mêran û civakê ve hatine qutkirin hene. Gazin dixwaze wek ku wê ji Hozan Mizgîn hêz girtiye, ew jî hêz bide sewta jinên ku dengên wan hatine dizîn. Gazin wek çûkeke li hêlînekê bigere li cihekî digeriya da ku bikaribe bi rêya hunerê ji jinan re bibe alîkar. Li ser vê daxwaza xwe li Wanê ji bo jinên dengê wan hatine dizîn di sala 2010’an de Komeleya Jinên Dengbêj ava dike û xwe digihîne jinan. Pêşî kes newêre were komeleyê lê bi demê re wêrektiya Gazin jinan ber bi komeleyê ve dikişîne. Ji 5’an heya 50’an jin dixwazin li komeleya dengbêjan perwerde bibin. Gazin astengiyên malbat û civakê diqelişîne lê vê carê jî dewlet ji ber stranên wê ceza lê dibire. Ji ber ku bi kurdî stranan gotiye du salan cezayê girtîgehêlê tê birîn. Di nav van hemû astengiyan de jî Gazin bi dengê xwe hem li welat hem jî derveyî welat stranên xwe dibêje. Û deng û dengbêjiya xwe sînoran derbas dike. Dengbêj Gazin di 21’ê tebaxa 2018’an de li Wanê jiyana xwe ji dest da û li dû xwe deng, hêvî û hêzeke bêhempa ji bo hemû jinan dihêle. Van’da ilk Kadın Dengbêj Derneği’ni kuran ve bugüne kadar birçok kilam ve eseri seslendiren ve Dengbêjler yetiştiren Dengbêj Gazin(Raziye Kızıl) benim için yeri oldukça değerlidir. Onun sayesinde kadın dengbêjleri daha fazla dinleme fırsatım oldu. Dengbêjlik yapabilme uğrunda ölmeyi bile göze aldığı için benim için tarifi hiç bir dille anlatılmayacak en güzel olaydır. Bu kitap bir nevi onun bizlere karşı sesi olmuş iyi ki de olmuş çünkü Dengbêj Gazin'in dengbêjlik uğrunda ne tür mücadeleler verdiği bizlere en net şekilde gözler önüne seriyor. Dengbêj Gazîn’in hikâyesi aynı zamanda Kürt kadınlarının seslerinin nasıl giderek kendi acılarını, ihtiyaçlarını ve taleplerini duyurmak için bir araç hâline dönüştüğünün de hikâyesidir, yaşamı boyunca dengbêjlik kültürünü yaşatmak için büyük bir mücadele verdi.Erkek egemen dengbej dünyasında kadın dengbejleri örgütlemiş,biraraya getirmişti. Benim annem gibi oldu. Evladı olsaydım onunla her Dengbêjlik uğrunda ve tüm mücadelelerde yanı başında olurdum. Biz Kürtlerin şöyle bir huyu var: bir dengbej öldüğünde ancak değeri biliniyor. Bu da çok yanlış zamanında arkasında durup destek olsaydı belki şimdi daha farklı şeyler olabilirdi. Yazarın eline koluna sağlık çok güzel duygularla bir yapıt ortaya koymuşlar. Bu arada kitabımız iki dillidir.
Ez Gazin İm : Jineke Dengbej
Ez Gazin İm : Jineke Dengbej
Ez Gazin İm : Jineke Dengbej
Ez Gazin İm : Jineke DengbejErgun Sibel Yücel · Aram Yayınları · 20213 okunma
·
81 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.