DENG
Dengek ji xiraba wetenê min dike gazî
Dengê çi ye? Ew kund e weya teyrekî bazî?
Ya dengê yetîman e li ber bager û befran
Ji serman lerizîn, bê cil û sol mayine, tazî?
Bê xwarin û zad in, hemî birsî ne-w sefîl in
Jîna xwe peşîman, hemî mirinekê razî
Pez çûne, dewar mirine, li ku ma dew, rîçal?
Gamêş mirine, gasin, cot, nîr, birazî!
Nav agirê zulmê hemî sotin, nuha bêşûn
Gerdûm, erebe, malê, şe ne xwelîyekê tazî
Belku xwelî jî bagerekê anî belav kir
Da'wa çi ye?
Meznûn kî ye?
Ma qey heye qazî!
Evdirehîm Rehmî Hekarî - 2 Sibat 1919
Jêrenot:
Meznûn: Berguman, kesê ku tê gumankirin ku ew sûcdar e.
Qazî: hakim, dadgêrr
Gerdûm: firxûn, ereba ga.