Gönderi

Erê, weh!
Piştî ko çixareya lêwik dayê, pê re mizicî û jê pirsî: — Tu ji kû yî, lo? Lêwik ziq li çavên wî niherî û bi serbilindiyekê got: — Ez ji Nisêbînê me. Kenekî tenik li ruyê Robîn belav bû, pê re jî gunehê wî bi lêwik hat. Lê, nehişt ko lawik vê yekê fahm bike. Hilmek ji çixareya xwe kişand. Vê carê bi kurmancî pirsî: — Tu bi kurmancî dizanî, ne weha? Lêwik serê xwe hebekî din rakir û xwe nepixand: — Erê, weh! Robîn destê xwe di serê wî de da, keniya û got: — Tu çavê min î, lo…
·
203 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.