Gönderi

Dilo Carek Xwe Hişyar Ke Dilo carek xwo hişyar ke, Helo da çîne seyranê, Carekê tu bi xwo xweş ke, Were seyra gulistanê Gulistana ku sorgul tê, Sîmen, nesrîn û sunbul tê, Hezar bilbil bi xulxul tê, Di heyva mahê nîsanê. Di fesla çardehê nîsa, Me dît dilberek dîsa, Di dilda meşe'lek îsa, Me can da şubhê perwanê. Feqiyê Teyran Jêrenot Miletê Kurd gotiye: "Ne Adar e, ne Nîsan e; roja Feqiyê Teyran e." Kovara Jîn cilda 2 /63: Ev gotina pêşiyan "Ne Adar e, ne Nîsan e; roja Feqiyê Teyran e." ji bo 31ê Adarê hatiye gotin. Dema ku ketine gumana ka ev roj a Adarê ye yan meha Nîsanê ye, wê çaxê binavdanîna Feqiyê Teyran ve girêdane. Loma ji bo bîranîn û bilindkirina navê navdar û rêzdar Feqiyê Teyranê mezin di nav xelkê de me vê rojê di nav cejnên netewî de zêde kir.
Feqîyê Teyran
Feqîyê Teyran
·
68 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.