Gönderi

Memê Bê Zîn
Puan vermedi·144 syf.··
2023 17. kitabı
Ev pirtûk ji çîrokên Helîm Yûsiv pêk tên. Çîrokên wî yê ku tehme ke cûda û seyr dide mirovan. Car heye çîrokek wî tenê rûpeleke û car jî heye çîrokek wî 10 rûpel jî digire. Lê li gor kinbûn û dirêjbûna rûpelan tehma ku dide wenda nake tu car çîrokên wî. Çîrokên wî car heye mirov dikenîne car heye mirov difikirîne car heye mirov matmayî dihêlîne ji ber ku çîrokên wî bi giştî fantastîk û efsûnî ne.( di çîrokek wî de, ji ezmanan sol dibarin, di çîrokek wî de xwîna leheng ne sor e, kesk e...) Lê her car tiştek dibîne ku xwendevan ji çîrokên wî hez bike. Lê piranî mijara çîrokên wî li ser derûnnasî, keçik û li ser evînên keçika ye ku gelek trajikomîkin. Hin çîrokên wî hene mirov heta hevoka dawî nexwîne, mirov ji xwe re dibê "Ka çi hewceyî vê nivîsa beredayî bû gelo?" Lê hevoka dawî nîşan dide ku beredayî nehatîye nivîsîn. Ev pirtûka Helîm Yûsiv, ya 4'a ye ku ez dixwînim. 2 roman û 2 çîrok. Di romanên wî de jî û di çîrokên wî de jî gelek û gelek "mirin" derbas dibe. Û bi awayekî seyr. Jiyana mamoste ya rastî nizanim lê di roman û çîrokên wî de gelek ciyan de "dayîk" derbas dibe. "Dê" ya lehengên çîrokê yan jî romanê( Wehşê Di Hundirê Min De ) dimire û leheng gelek xembar dibe û bi van hevokan xemgîniya xwe tîne ziman; "Ez şaş û mat mam. Ev çawa diya min miriye û ne xema kesî ye, ev çawa dunya weha weka xwe maye." (rûpel 90) Di pirtûka wî Wehşê Di Hundirê Min De jî xemgîniya xwe wisa tîne ziman; "Gava ez derketim kolanê, bi komeke wehşên ku hatibûn serxweşiya diya min re rû bi rû mam. Ji min we ye ku çavên min, min dixapînin lê ne wiha bû. Ne tenê kesên li pey cenaze bibûn wehş lê belê hemû kesên derdorê ketibûn kirasê wehşan. Wehşen cur bi cur û cihêreng. " (rûpel 144) Û Helîm Yûsiv pêşgotin, nifir û her wiha hevok û peyvên ku niha mixabin zehf nayên bikar anîn jî zehf xweş di nav çîrokên xwe de bikar anîye, honandîye di nav bûyerên çîrokên xwe de jî xweş helandîye. Û ji ber vê taybetîya wî jî xwendevan bêtir sûd ji çîrokên wî digire, bêtir kêf û zewk ji xwendina çîrokên wî distîne. Ez her lêkokîna pirtûkê mamoste de dibêjim ez dîsa jî bêjim ku, Pênûsa Helîm Yûsiv gelek gelek qelew, xweş e û gelek zewk dide mirov xwendina pirtûkên wî. Lê ji bo min çîrokên wî ji romanên wî xweştir in. Hûn jî hêja çîrokên mamoste ne nasîyabin, qethîyen nas bikin. Ez bawerim ku hûnê jî li gor xwe sûdê jê werbigirin.
Kurdî
Memê Bê ZînHelîm Yûsiv · Peywend · 201944 okunma
··
416 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.