Silav helbest
Li vê seetê, nîvê şevê ez û xemgîniya min, em dîsa mêvanê dilê te ne.
Silav ji xweşikbûna te re,silav ji hebûna te re
Ez bi tenetîya xwe ve navdarim li vê jînê
Tu ji tunebûnîya xwe ve.
Hewqas bi te difikirim
Hewqas ji bo te xewn û xeyalan kom dikim
Tê bîra te te digot;
Naxwazim te li nav vê tarîtiya xwe de cih bikim
Û min digot li nav wê tarîtiyê de xweş jiyane
De bifire were, de bifire were
Ev candek hêviya baskên te ne
Hêviya heskirina te ye
De bifire were.