Çûye seyra gulşena gulçehreya gulpîrehen
Têk muzeyyen kirne bax û baxçe û deşt û çemen
Meyxwor û meynoş û mest e xafil e ew sîmten
Nîne qet ageh ji halê bilbilê dûrî weten
Ma di hîcran û fîraqê 'aşiqê malik xirab
Perto Begê Hekkarî
Jêrenot:
Gulpîrehen: kirasê gulgulî
Muzeyyen: xemilandî
Sîmten: laşspî wekî sîm(zîv)