Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî
Kesê Yûsif firotî, wî di 'alem da xesaret kir
Dînar: E.Zêr. (ya rast: cûreyek dirav e ji zêr. J. Dost)
Dinê: K. Dunya
Zinhar: Haydar be.
Da: Dupatkirina haydanê ye
Xesaret: E. Ziyankirin.
Mela (qs) dibêje: Haydar be haydar be tu yara xwe bi diravên dinê nefroşî, û ne bi hemî hebûna dinê jî, çiku ye ku Yûsif Silavê Xwedê lê bin firot, zîyaneke mezin di firotina xwe de kir.
Di vê malikê de îşareta çîroka Yûsif û birayê wî heye, ku ew firotin, herweha wan kesên ku ew ji bîrê derxistî jî ew firotin. Hafizê Şîrazî jî nêzîkî vê wateyê dibêje.