Gönderi

106 syf.
8/10 puan verdi
·
8 günde okudu
DI QIJALKÊ DE XWEHEYÎKIRIN Fewzî bîlge Qijalkê ji xwe ra dike navgîn û hijê xwendevanên xwe bi romana xwe a modern di nav sê zeman û gelek sîyan de dertîxe rewîtîyeke kûr û kurt. Bi xwe jî ne dikare Qijalkê bi çargavkî bibezîne ne jî dikare hikim li ser zeman , ziman û sîyan bike . Li qeraxa Gola Hazarê , li navbera dar û sîyan de , li bin hîva çardeşevî , çavekî wî li Qijakê , çava din li hîv û dar û zeman e Navê qerekterê romanê tun e, navê Qijalkê jî, lê em ji romanê fam dikin ku qerekter mêr ; qijalk jî mê ye .. ji xwe tu giringîya vê yekê jî nîn e bi min , her wekî A. Camus jî di romana xwe a Bîyanî de gotî “ dayê mir nizanim îro bû , belkî jî doh bû “ Qijalk ne tenê qerekter û rêhevalê qerekterî me a sereke ye , heman demê demjimêr e , pîvan e û seata şeşan a şiyar kirina qerekterê me a sereke ye … lê alarm ew tenê nîne ; trêna şeşan a ku li vir re derbas dibe jî heye , trên tenê heye , ji bilî wê tişteke peywira wê nîn e … dema piştê trên derbas dibe qijalk “ qajeqaj“ dike, dîsa qerekterê me tikûtenê ye “ bi qasî Rilke tikî tenê me” (rp12).. Fewzî Bîlge , dixwaze qerekterê xwe ji qelebalixê bişo û tenê bihêle , piştê vê yekê jî dixwaze qerekterê xwe ji nû ve ava bike . Avakirina yekem jî “ xweheyîkirin e” … “ Xweheyikirin , xwestina jîyaneke heta hetayê ye, rakirina sînorên hemû zemanan e” ( rp,17) … lê dê vê yekê çawa bike ? Ji aliyeke din ve jî ji pênasekirinê aciz e , “ pênasekirina hinek tiştan bi qasî pênasekirina Xwedê zehmet e û ji ber ku pênasekirin her tiştî bi sînor dike , meriv neke çêtir e” (rp, 34) Di meseleya pênasekirinê de nêrînên J. Sartre a di derheqê “ xweheyînkirinê” dihîne bîra xwendevanan lê dê çawa xwe ji xwe û ji “sîya nemîrên hemû zemanan “ bişo û xwe ji nûve ava bike ? Kengê hewl dide ku “xweheyî” bike dîroka wî tê û di qirika wî de asê dimîne . Û her tişt zemanên jiyîn dihîne bîra wî “ gava ku barana zibare dibare, dibe teqereqa banê min. Tu yê bibêjî qey çend leşkerên bê dîn û îman bê navber mîna li Lîce , mîna li Sûrê , mîna li Roboskîyê ku mînak pir û pir in , geleyan li xanîyê min direşînin .” (rp, 20) … di vê derûnîyê de qerekter asê dimîne bi heyînên xwe re rû bi rû dimîne . Lê yên ji “sîya mirinê” xelas bibin çi dikirin ? F. Bîlge Ji bo vê pirsê di mejiyê qerekterê xwe û xwendevanên xwe de zelal bike têkoşîn û berxwedanên “ sîya nemirên hemû zemanan” dide , mînak ; Leyla Bedirxanî , eyşe şan , şakiro , feqiyê teyran , ehmedê Xanî, Suhrewerdî, Silhedînê Eyubî, Qedrî Can, Kamûran Bedirxan, şêx Ubeydullah û hwd… Li gorî romanê “ zeman” timî tim leheng û qerekterên nû dixwaze , her wekî debara xwe bi wan kiribe “ Zeman her dem dixwaze ku meriv qedir bidê . Di hemû zemanan de jî wî her dem ev xwestîye “ ( rp , 48 ) Belkî qerekter nikare tu tiştî biguherîne , lê eger ji destê wî bihata dixwest Şakiro û Van Gogh bianîya ba hev du , yan jî ew û Van Gogh aşiqê heman kîzê/keçikê bûna , yan jî “Min bi zaravayê Zazakî baş zanîbûya û Seyîd Riza sertapê ji min ra qala agirê ku li Dersimê xistine û bê çawa wî agirî dilê wî jî kiriye agir û evîndarî agir bûye, vegota “ (rp, 49) Qerekter tim di nava rastîya jîyîn û rastî ya xwe de tê û diçe , ji vê yekê jî kêfxweş xuya dike; “Carinan , mîna ku di nava pêlên behrê ên dîn de bimînim li min tê” (rp,..) Hezkirin? Qerekter ji kê hez dike ? Ji Qijalkê ? Ji welêt ? Ji tenêtîya xwe? “Carinan meriv fêrbûnê bi hezkirinê re li bin guhê hev du dixin” (rp12) Gelo em ji welatê xwe hez dikin an em fêrê wê bûne? Hezkirin çi ye ? Kêra çi tê ? Dawîya dawî hezkirinê pişt guh dike û wiha dibêje “Hezkirin, zemanwindakirine e, barê kerekî li meriv dike . Ne ew qasî hêsan e , hezkirina jidil . A baş dûrmayîn e” (rp, 36) Qerekter hewl dide ku tiştek binivîse lê nikare . Gelo bo nivîsandinê çi pêwiste e ? Cihekî aram? “Meriv li cîyekî aram be, aram dibe, gelo? “ (rp,18) Yan ew huner di wî bixwe de heye? “Kesekî/ê , ger zarokatîya nava xwe kuştibe , tu carê nikare bi hunerê re bilebike û biafirîne” (rp 23) Yan divê meriv xwedîyê nivîskarên ji çand û axa xwe bin ? Dostoyevskî dibêje dibêje; “ em hemû ji paltoya Gogol derketin” Lê Fewzî Bîlge xwe dispêre zeman ; “A rast zeman bi qasî paltoyê qerekterê çîroka Gogol re girîng e”(rp, 28) Di romanê de çima Sî ew qas bi bandor e? Li ba nivîskar ? Wateya vê yekê çi ye ? Çorê Arda di nivîsa xwe a Dîyarname.com de wiha dibêje ; “Sî: kesayetên ku li dijber derveyîn û heta li hember xwe jî tiştên ji xwe jî tên veşartin, yanê kes-şexsê ku tiştên ji xwe jî vedişêre ango xwe dixapîne. Li gor Freûd ev der-hayjêhebûnî ye. Li gor Jung Persona û Sî bêtir hêla mirov ya derveyîn xuya dike.” (Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd) Û Qijalk Qijalk çend sal dijîn ? çi ditîne ? Têkilîya wan bi mirovan re çawa ye? Û çima ajaleke reş? Dibe û qijalk jî zeman be ? Lê “ çima hemû zeman tarî ne”(rp, 68) Qijalk jî wekî qerekterê romanê ji “ jor” hez nake “Qijalk, teyrikeke jîr û têkoşer e . Ew li hemberî şertên herî zor jî tê dikoşe . Dev ji cîyê xwe bernade . Meterîsên xwe naterikîne “(rp,82) Hê meriv dikare gelek tişt di derbarê romanê de bibêje lê “ Bîra min gelek tişt ji bîra min dibe”(rp,94) qijalk ,yanî romana qijalk ê herikîna hiş e.hişê qerekter bê navber diherike û hemû pirsgirêkên xwe û yê civakê dide tengala xwe û diherike. Tevnesazî û retorîka romanê ji hunera nivîskar a şaîrî û wenesazîyê dûr nîn e…. Nivîskar bi qerekter û qijalkê dixwaze xwendevan xwe bixwe bimîne ; tîkûtenê ku xwe bikare bibîne Berevajîyê empresyonîzmê , xwendevan di nav xumanîya sî rêş de dihêle … Qijalk / Fewzî Bîlge , lîs Saîd mîrza
Qijalk
QijalkFewzî Bîlge · Lîs Yayınları · 202010 okunma
··
335 görüntüleme
Şanyar Adir okurunun profil resmi
Seate te xweş. Nirxandinek encax ew qas serkeftî dibe. Heyran te roman daye ber xwe veçirandiye.... veçirandiye.... ristiye û bo xwîner xistiye, ta û bend. Êdî em dikarin bikin nexşekî ji nexşan li tevna xwe. Ez
Fewzî Bîlge
Fewzî Bîlge
bi nigarê wî nasdikim. Min ew nexwandiye. Lê dinêrim ku pênûsa wî jî qasî firça wî baş e. Qijlak di listeya min de hebu (ên werin xwendin) pîştî vê nirxandina we tebatî nayê min. Divê ez demildest bixwînîm. Mala te û a Fewzî Bîlge hezar car ava 💐
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.