Nivîskar û wênesaz Fewzî Bîlge, Di sala 1962'yan de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Heta dawîya xwendina xwe ya lîseyê li Qoserê jiyaye. Li bajarê Stenbolê di zanîngehên cuda de beşên Weje û Zanistên Civaknasiyê xwendiye. Di sala 2000'î de vegeriyaye welêt û di kargeha xwe (Soresorê) de pazdeh salan dersên wêne û wêjeyê daye û gelek wênesaz û wêjevan gihandine.
Ew, xwediyê gelek ezmûn û çalakiyên hunerî ye. Piştî malnişîn bûye dest bi xwendina felsefeyê kiriye. Lê belê tenê du salan ev beşa navbirî xwendiye û wekî ên din dev ji vê jî berdaye. A niha li Amedê dijî. Tenê diwêne û dinivîsîne.
Di kovar û rojnameyên Kurdî yên weke
Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tiroj... gelek xebatên nivîs û wêneyê pêk anîye.
Raweste
Raweste
Ev bihar ne ya min û te ye
Ma nayê bîra te gava ez zarok bûm
Min rûyê xwe disipart rûyê te
Raweste.
Biqasî perperokek perîkên xwe sêcaran biçirpîne
Demên min pir ji te hez dikir bîne bîra xwe