Awêneyek hebûya
Li ber çavên stêrkên porrkurr
Wî
Gava berhev berhev li dewsa maçên dêya te dida
Ezman xemginiya çavên Eyşe Şan’ê
Bêdengiya çolan
Belkî ji ber windabûna dewsa maçên dêya te ne
Tu ketî
Ecibandin. Bijartin, ne weke hevdu ne, carinan bext, carinan soz, carinan pere rola sereke dileyize. Em formên evînan li bin guhê hevdu dixin. Ji ber ku diyalektîka me, ya dîrok û neteweya me hatiye şikenandin. Diyalektîka hezkirinên me hatine şikandin, formên wan deforme bûne. Em evînên deforme dijîn. Em jiyanên, kesayetiyên deforme dijîn, em li gor xwe najîn, em her tiştî dişkînin tûmarî deforme dikin, tûmarî tune dikin. Û dikin ku êdî em xwe nas nekin. Em plaqên xerabe, di kêliyeke zingarî de aliqî mane.
Dîntir dibûm
Û dîn dimirim te
Di dilê her dilî de dilekî din û dîn heye
Heye di dilê min de jî, çend tiştên din û dîn
Ku dilê min dîntir dike
Ku dilê min kûrtir dike