Gönderi

Destana Gilgamêşî Gilgamêşî devê xwe vekir û got: Ji Îştara payeberz ra (got): [Para min dê çi be] ku ez te bi jinitî bînim!? [Tu tifikek î, agirê wê vedimire] di sermayê da. Dergehekî paşîn î, (kesî) ji bayekî, bahozekê naparêze. Koşkek î, qehremanan diperçiqîne. Tu çaleka (xapandinê) yî, sergirtina wê xapan vedişêre. Qitranek î, hilgirê xwe qirêj dike. Kunekî avê yî, hilgirê xwe şil dike. Kevirekî nikarê(kilsê) yî, di bedeneka kevirîn da yî. Kevirekî giranbiha yî, [...] li welatê dijminan î. Pêlavek î, xwedîyê wê pê dişemite. Ma bi kîjan yarê xwe ra tu dilsoz mayî heta dawî!? Û kîjan şivanî berdewam tu razî kirîyî!? De were, ez ê çîrokên evîndarên te eşkere bikim!"
Destana Gilgamêşî
Destana Gilgamêşî
·
59 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.