Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

'Mirov bi mafên xwe mirov e!' Komeleya ku li ser bingeha parastina mafê mirovan di sala 1988ê de li Amedê hate avakirin, û her roj di gel şert û mercên dijwar, di gel ku ji hêla hêzên tarî-ewlekarî yên dewletê ve hate bizdandin, kar û xebatên wê hate astengkirin, car caran jî deriyê wê hate girtin; lê dîsa jî bi dilêrî û wêrekiyeke şayanî pesnê bi ser binpêkirina mafên mirovan de çû, duh êvarî bi kokteylekê, bi amedebûna kesayetên navdar: serşaredar û şaredarên taxên bajêr, serokê xurfeya bijîşkan, serokê baroyê, ...û bi pişikdariya hin nivîskar û kesayetên serbixwe, û serokên kevn yên komeleyê: Mehmet Vural, Hatip Dicle, Osman Baydemir, Selahatin Demirtaş ...û birek mirovên mafparêz 20 saliya xwe pîroz kir. 20 sal temenek e.. Temenekî bi binpêkirina mafê mirovan mişt! Temenekî bi salên bi hêsr û girî berxweş...û bi mirin û kuştinê tijî.... Niha, li ser pêya, li hola ku kokteyl lê tê gêran, di nava xireqetî û xirecira evqas mirov de mafê min ên ku hatine binpêkirin têne bîra min: Girtin...desteserkirin û dîsa desteserkirin...û herî dawî birîndari! Ji nişkê ve hildiçenim: Tê bîra min, ku 17 sal in mişext im li vî bajarî! Bîra mirov, xasma ya mirovên ji civat û gelên bindest bo çi mîna bîrên bêav mayî, ku tu bi kuç û beran dagirî, wisa zû dixitime? Zilm û zora pergalê ku em li hêlekê deynin kartekek jê xem û mitaleyên rojane be, ya din gelo ne xweşûştin e ji qewimîn û karesatên rûdayî? Ez bi xwe, xwe bi heft avan bişom û veşom jî nikarim xwe bêrî bikim ji gunehên bûyî! Ya divê tu nejî di nava civateke gunehkar de, ya jî tu bi xwe gunehkarekî! Li gorî feraseta min ji gunehên bûyî bi qasî takekes civat bi xwe xwedî pahr û pişk e, û berpirsiyar e! Erê, weke gelêkên ji vê civatê ne min bo pevrejiyînê ev civat hilbijartiye; erê ne min ev ziman xistiye devê xwe û ev bajar ji neçari weke wargeh hilbijartiye... lê...? Bi min her tişt di 'lê' de veşartî ye. Û em yek yek, tev xwediyê lê yekê ne: Lê, lê belê, belam, ji ber ku, seba vê, ji ber vê...welhasil hemû gotinên mahnediyarker bi min weke fituya mellayê ku fitû di bêrîkê de be, bêwate ne... Ya bi wate bi qasî destkeftiyên me, serboriya me ye jî. Serboriya me ya tahl tahlîşk, serboriya me ya di nava mij û morana dûhî de mayî û niha bi kêli-dîmenên bi sinevîzyonê li ser dîwarê vê holê: 20 sal... 20 salên bi binpêkirina mafê mirovan mişt! 20 salên bi hêsr û girî berxweş...û bi mirin û kuştinê tijî... Pêşiyan gotibe jî, 'heçî ku çû, mede dû'; ev 'dû' ne dûyê ku ji boriya sobeyê derdikeve ye. Ev 'dû' ne dûyê cixareya di destê me de ye jî: Dû dûyê ku ji şewat û sotina mafan; qijîna ziman, şewitîna nasnameyê, kizîna mêlakê, porê çiyan, rûyê axê...kizûra ji bîrên asîtê derdikeve ye... Sinevîzyon bi dîmenên naxoş yên rûdan û qewimînên di rabûrdiyê de mişt, li tevî min gelekan vedigerîne wan rojan, wan rojên ku li Kurdistanê serê mirovan bi pîvazekê bû! Niha jî ma ne bi pîvazekê ye? Jiyan li Kurdistanê evçend erzan bûye, mirov ewqas ji qedr û qimet ketiye; hê duh li dadgeha bêdad dadgerên cellad li zarokên ku bîhna şîr ji devên wan tê, 23 sal ceza ne birîn? Di vê şeva salvegera 20emîn a damezrandina Komeleya Mafe Mirovan Şaxê Amedê de pinpêkerên mafan di dagehan de de salan ji bibirin li temênê rexl rexdik, dê sêdaran jî vegirin bo bejnên narîn û tenik! Lê ew çi bikin jî, dê nikaribin qewmekî dûr bixin ji mafên takekesî, civakî, netewî... Jixwe diruşma îsal mîna şîmaqekê li dev û rûyê mafbinpêkeran dikeve: Mirov bi mafên xwe mirov e! Ya, netewe? Arjen Arî 18/12/2008/ Amed Çavkanî: Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma Arjen Arî
·
106 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.