Serhildana Geliyê Zîlan
Heya Dunya xweş ava be gelo vê sibengê emê ji xwe ra bigerin
li Zorava li Mala Hecî Mistefa
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê tim û tim cara sax be
li serê çolan û çiya be
heya fermana me li qanuna Tirka da rabe
ez ji te ra sond bixwim vê sibengė
ez dizanim heya sax û silamet bim di nava eşîrê da vê sibengê
derd û kulê me bi serê Geliyê Zîlan be
tu rabe vê sibengê malxirabo
min ji te ra nego mala Şêxê Borezan tu cara ji me ra nabe
de rabe de rabê de rabe...
axayê axa de rabe maqulo de rabe
li Bavê Xanimê berxê Mala Etê, torinê Mala Sêrxwûn
tu rabe emê berê xwe bidine welatê Serhedê
av û rizqê me bira dîsa li nava eşîra Kurda be
Ca sibe ye Xalis Begê bi sê denga bang dikirî go Tajdîno mala te xira be
sibe ye vê sibengê malxirabo ezê sekinîm nîva derî
min bala xwe berdabû ezê li xwe bikim gelo çek û cilê...
Geliyê Zîlan ji xwe ra vê sibengê belkî şixul û îdara me here serî
wele vê sibengê berê xwe dane Geliyê Zîlan welatê Serhedê
Mala Hecî Mistefa tu sêr bikî li Zorava sekinîm malxirabo gelo vê sibengê
li cem vî maqulî vê sibengê mi newêrî
vê sibengê malxirabo kesek Bavê Îsê kekê Mala Etê, torinê Mala Etê
tu sêr bike berxê Mala Sêrxwûn nas nake
Xaliso vê sibengê ezê dipirsim Tajdîno lo gelo va peyayê xerîb kî ye
bi te ra tê bi ku da ca buhurî
go cinarê me ye esker e vê sibengê me îzna wî stendiye
emê ji xwe ra çend rojeka herin malê
bira vê sibengê bi çolix û çocix ra vê sibengê şixula wî bibî serî lo
wey axao wey axao wey axao...
bi kavirtî ter neçeriyayo, bi berxtî têr nemijiyao
le vê sibengê ji siyaseta hukumata Tirkiyê tu sêr bike
di dêrisê gunda da malxirabo ji xwe ra eman û sitara xwe nediyo
tu sêr bike şevekî di nava cî û nivîn û yataxê xwe da ranezao.
Dengbêj Şakiro