Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Rojek zilamek diçe bajêr. Dixwaze li sûkê kirîn û firotana pêwistiyên xwe bike. Li ber derê dikana disekine û bazarê dike. Bazara amurên ku jê re lazimin dike. Piştî demekê zabit tên bi milên wî digrin û dibên şaredar gazî te dike, keremke were şaredariyê. Zilam difikire lê nasîna xwe û şaredar nabîne. Ji ber ku bi darê zorê wî dibin, tiştekî nikare bike. Ku diçin şaredariyê rastiya meselê derdikeve holê, jê re dibêjin tu zimanê neteweya xwe ya heremî axivî yan na? Dibêje belê. Dibêjin ji bo her peyvekê tê ceza bidî. Tu çend peyv axiviyî? Dibêje nizanim. Zabit ji ber ku gunehên wan pê tê cezayekî hindik jê re dibrin. Mêrik pereyên berîka xwe dertîne û datîne ser dezgeha zabitan. Zabit dibêjin kalo te pere zêde danî. Mêrikê kal li wan dinêre û dibêje; "Bila li bal we bimîne ez ê herim sûkê hê axaftina min maye ku qediya çi ji ber ma hûn ê bidin min."
Sayfa 93 - Weşanxaneya BatmaneKitabı okudu
·
66 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.