KITÊBA MIN
Kitêba min spehî ye
Kitêbeke pir mezin
Tê de her tişt dibînim
kulîlk, kitik, berx, bizin.
Ez gelek hej wê dikim
Rûpelên wê çeleng in
Çîrokên wê xweşik in
û resmên wê bireng in.
kitêba min dibêjit
Welat bav e, bra û dê
Her gav hinik dixwînim
Çiqas kêfa min pê tê.
kitêba min dibêje
Sor. spî, kesk e: ala me
Ezê yekê bigirim
Sibê ji mala meye
Kamiran Alî Bedirxan<>