Sirgûn
Miriyekî gerok im ez îdî
-li tu derê ne qeydkirî
li împaratoriya sedrazam nenasek;
û fizûlî me li bajarên zêrîn
û li welatê şêneşîn
ji zû da ye ez derkenarkirî
û bi tu awayî ne di bîra kesî da
Tenê ba û dem û deng bi min ra
û nikarim bijîm di nav mirovan
Ez bi zimanê xwe
bi siya ewrên li dora xwe
Ku mal e ji bo min
digerim di nav zimanên din
Ax çiqas severeş dibin
dengê dilopên baranê yên tarî
tenê hinek dibarin ji wan
Ew diwelidînin miriyan ber bi asîmanên vekirî
Ingeborg Bachmann (1926-1973)