Niviskar Perwîz Cîhanî kû ji Xoy'a rojhilate . 24 çîrokên wek morî û mircanan di bin navê Alole de rêzkiriye . Û xistiye gerdanê.
Firehbûna ziman, têgehên çandî bi şayesandinê nazenîn va ew qas xweş hûnandiye. Xwenêr vegotinê têr nabe.(Bêhna devoka Serhedê vegotin û zimanê çirokan tê :))Çîrokên xwe ser hêmanên çandî avakiriye. Teknîkên cur bi cur di nava çîrokan de cî bi cî kiriye.Gelek caran ji bo ku derdê xwe xurttir vebêje. Hewera xwe stranên Kurdî xistiye. Û wek "kolaj' stranê Kurdî di nava çirokên xwe de cî bi cî kiriye.Têgehên çandî; Çaya hêlizê bigire heya nebatên cur bi cur, Tenv, xalîçe. Nexş û nemûşên xalîça. Û hespê şêh di çirokan de cî girtiye. Hema bêje hemû çîrokan de ajal hene. Ajal jî wek ''tîp " cihê xwe girtine. Gotin hatiye ser dirokê . Bi teknika montajê amaje şerê Milazgir û a Çardiranê kiriye. Û disa bi awayekî montajî gotin biriye ser "Bekoyê Ewan" ê Mem û Zîn a Ahmedê Xanî ( #209118745)
. Niviskar, ji ber neyekîtiyê pir ber wê dikeve. "Ax yekîtî"( #209113395)
Alolê de qala welét dike. Welatê ku nava du hêzan de maye.(Rojhilat û rojava)Her dû hêz jî wekî deryayan mezin û kur in. Lê tekoşin her didome û tu car bêhevî ninîn. Dema yekitî ava dibe pi
hebokê dikujin. Lê disa vedîjî. Dema Nû vediyê , dibê dewêkî Yekçav. (Tepegoz). Niviskar disa li vir destnîşana çîrokên efsanevî dike. Dêwê Yekçav her çiqas bihêz be jî yekîtî jî pir bi hêz e.
Alole xwe tevlîheviye. Jiyan wek alolêyê ye. Lê xwegerin, tekoşin jî qet naqede û hevi jî her heye .
Dema mirov dîroka bi rêza nivisandina çîrokan dirêne. Mirov dibîne ku dema niviskar welêt e çîrokên wî zêdetir ser çand û zargotina Kurdî ye. Lê dema welêt dur dikeve zêdetir polîtik dibe. Dike ku peyamê yekîtiyek bide.