Lê tiştekî din hebû ku ji vana hemûyan dijwartir. Laş lêdanê, elektrîkê, sermayê dadiqurtand, derbas dikir. Mejî xwe ditevizand, eleqaya xwe ji laş dibirrî. Dil heqaretên wan, çêrên wan qebul nedikir. Dil dikir nedikir, heqaret û bêrûmetî nedihat daqurtandin.