Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Metafora çarkûçê Nietzsche, ji boy lêpirsîna nirxan û afirandina nirxên nû bangawaziyeke.. Bi vê metaforê Nietzsche, şuna qebulkirina nirxên mirovan yên niha, riya rexne û lêpirsînê vedike. Belê, emê çawe bikaribin metafora wî bikarbînin? 1- Nirxan lêpirsîn bike. Metafora çarkûç, teşfiqê hêjandina nirx û exlaqê civakê yên mewcut dike. Şuna ku tu van nirxan qebulbikî, redbike û rexnebike. Bi fikire ku ev nirxên henê çawe û çima sazbune û cihgirtine. Fikrên serbixwe û nirxên bixwe bi azad avabike. 2- Li ser resenîyê bisekine. Nietzsche, avakirina fikrên nû û bihêz teşfiq dike. Şuna ku bi çavekî tarî, şopandina ramanên kesekî din, ramanên ezitîya( xwebuna xwe) bîneziman. 3- Nêzikatiya rexneyî! Metafora çarkûç, fikra rexneyê esas digire. Girîngiyê dide; lêpirsîna angaşt û baweriyan, nirxandina delîlan û mêzekirina perspektifên cuda. Fikrên rexneyi, nêrinên te û yên dinyayê didane ser bingehek saxlamtir. 4-Teşfiqa afirîneriyê bike! Nietzsche qimet dide afirîneriyên nû. Afirînêr be, nêrînên xwe, projeyên xwe xepatên xwe vegotinên xwe yên hûnerî bi qenç derxîne holê. Afirinerî, dibe sedema derketina nirxên nû û dibe sedema vegotinên resen... Ji pirtuka Nietzsche Ecco Homo/ Wergerandina wê ji aliyê min hatîye kirin.
·
65 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.