Dara Qaçê
Di bin dareke dugulî,
Di çîroka Şahlewendan de,
Ew hezar û şevek bû
Ne şiyar ne jî razayî bû.
Pêçeka wê ji berfê, ji wî zarê xwezayê bû
Ku rihên kulîlkan tî bûbûn ji kanîkên şaneyên wê vexwaribûn
Bê stranên li ser pora wê ber bi bilbilan ve kaş kiribûn
Û bi hêstirên li ser hinarikan deryayek ava kiribûn.
Çiya wek dayikek kezebşewitî bi ser wê
Berfînê de xwar bûbû
Çemê reben ku di newalê re diherikî bela xwe li
nehwirîneke tîr dabû.
Ew dareke Qaçê bû ku di hemî demsalan re
şip û şîn derbas bûbû
Di xumamiya mijekê de, bi qasî mirinekê ji bêdengiya
civatê re mikur hatibû.
Na, ew jin şiyar nedibû xwêya birîneke kewandî bû,
Di raza xewnekê de bi heft ciyan şikestibû
Û ber bi guliyên dar û geliyan ve beziya bû...
Di şevzengiyekê de çêlîka Şahmaranekê di ber re bihûrîbû
Piştî ku dûr çûbû ji tariyê pirsek kiribû:
Laşê vê kuştiyê çima ewqas tije çîrok bû?
Ne ku Gûher xan a Kela Dimdimê bû
Ji nav xewna Çengzêrînê xwe yê kuştî
Ji Biradost û Mergewerê
Heya bi vê newalê
Wiha destan bi destan belav bûbû?
Fatma Savci