Min dixwest îşev
Di bin esîmanê pîroz de
Ji çavên teyî kizwanî
Helbesta evînê bixwînim...
Û
Tu min bi hêvî bikî
Lê ne te ez dîtim
û ne min tu dîtî.
Dizanim
vegera çûyinekê tuneye!
Ez ê îşev
Bêdengiya dilê xwe bikujim û herim.
Tişta qet jê hez nakim xatirxwestin e.