Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

100 syf.
9/10 puan verdi
·
4 günde okudu
Birîna Reş, wekî pîyesekê hatiye nivîsîn,nivîskarê pirtûkê Musa Anter di sala 1965 de, li Stenbolê li Harbiyê hucreya 38'an, di girtîgehê de bi zimanekî xwerû û spehî ev pirtûk nivîsîye. Musa Anter di pêşgotinê de dibêje:"Li rojhilatê birînên reş pir in. Wek bîrova çavan, êşa zirav, kotîbûn û ya ji wan gişa dijwartir û diya wan, jarîtî û nezanî..." Di vê pîyesê de naverok li ser Kurdbûnî ye , bi gelemperî li ser nexweşiyê bisekine jî bi metaforan ve zêdetirîn li ser rewşa aboriya kurdan û herî girîng behsa nezantiya di nav gel dike. Çareseriya nezantiyê xwendin e , xwendin bi xwe re, xwe nasîn û xwe zanînê ava dike. Hiş û mejiyê ku hişyar dibe ne kêrî xwe tenê kêrî gelê xwe jî tê ew gel ji wê/wî sûd werdigrê. Jixwe di pirtûkê de jî li ser vê mijarê Gotineke pêşiyan xweş heye: "her teyrekî bi refê xwe re" Hêvîya me teyrên me yên kêrhatî zêdetirîn bin û refên xwe bi zana û hişmend biparêzin.
Birîna Reş
Birîna ReşMusa Anter · Aram Yayıncılık · 2000199 okunma
·
65 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.