Birîna Reş, wekî pîyesekê hatiye nivîsîn,nivîskarê pirtûkê Musa Anter di sala 1965 de, li Stenbolê li Harbiyê hucreya 38'an, di girtîgehê de bi zimanekî xwerû û spehî ev pirtûk nivîsîye.
Musa Anter di pêşgotinê de dibêje:"Li rojhilatê birînên reş pir in. Wek bîrova çavan, êşa zirav, kotîbûn û ya ji wan gişa dijwartir û diya wan, jarîtî û nezanî..."
Di vê pîyesê de naverok li ser Kurdbûnî ye , bi gelemperî li ser nexweşiyê bisekine jî bi metaforan ve zêdetirîn li ser rewşa aboriya kurdan û herî girîng behsa nezantiya di nav gel dike.
Çareseriya nezantiyê xwendin e , xwendin bi xwe re, xwe nasîn û xwe zanînê ava dike. Hiş û mejiyê ku hişyar dibe ne kêrî xwe tenê kêrî gelê xwe jî tê ew gel ji wê/wî sûd werdigrê. Jixwe di pirtûkê de jî li ser vê mijarê Gotineke pêşiyan xweş heye: "her teyrekî bi refê xwe re"
Hêvîya me teyrên me yên kêrhatî zêdetirîn bin û refên xwe bi zana û hişmend biparêzin.