Dîmenek, çîrokek, helbestek
...
gazina min heye ji darparêzan
ji xwezahijan bi gazin im
gilî birime ber destê çinarê;
qajê vê êvarê esker aniye Sîsê
dara berûyê me
qahr para min e
şewt para min e, birrîn para min e
dibêjin min jî, tu dijmin e!
li Cûdî şîn hatibim, bilind bûbim li vê axê
ma guneh yê min e?!
-ahê vî çavî ji yê din re namîne-
nêzî bahrê ye qaj, li dorê havîn e
hema silavekê jî naşîne
min fam kir ew qaj e, ez dara berû me;
qir û qelan xema wê nîn e!..
Arjen Arî
Jêrenot
Qaj: çam, li vir bi mecazî tirk.