Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

168 syf.
·
Puan vermedi
Lilava "zexel"a weysel tirpan
Niha di dest min de pirtûkek ku tiştinên ji  temmamê jiyanê di naveroka xwe de dihebîne heye. Mîna ku nivîskarê vê pirtûkê di çîrokek xwe de behs dike ; -Ez li pirtûkek digerim. – Yeka çawa? – Bila tê de evîn hebe,şer hebe,kuştin hebe,îxanet hebe, jin hebe, dawet hebe,zilamekî qeşeng hebe,desmal di dest de bila bibe sergovend tew,tew,tew,kî zava, kî paşa … -Belê. Qasekî bisekine, ezê binivîsim û bînim… Erê erê behsa “Lîlav ” a Weysel Tirpan dikim bi rastî jî wî wê pirtûka ku xwendevan xwestiye nivîsandiye û hanîye, tê de her tiştê jiyanê heye. Pirtûk di sala 2016 an de ji weşanên avestayê derçûye,ji 148 çîrokan pêk tê. Bi piranî çîrokên li min bandor kirin çîrokên xerîbîyê bûn,çîrokên nîvcomayî,û çîrokên ji welatê xwe dûr ketî bûn. Dema min ev pirtûk xwend bi hin çîrokan keniyam min nexwest çîrok biqede,bi hin çîrokan giriyam û min şikir kir ku çîrok ewqas kurt in. Pirtûk qediya lê naverokên wê di hişê min de govendê digirin. Gav min dikenînin,gav min xemgîn dikin lê tim û tim min didin ramandin. Erê erê,lehengên vê pirtûkê em in, nas û dostên me ne û yên ji me dûrketî ne. Weysel tirpan bi vê berhema xwe bûye mînakek ji bo edebiyata cihanê çimkî kurteçîrokên wî pir kurt in hetta pirên wan ji yek hevokek pêk tê. Nizanim, belbî mîna ku dîsa nivîskar di çîrokek xwe de gotiye,ji tirsa mirinê ye ku wisa kurt nivîsandiye. Lê çîrokek wî heye ji xeynî  sernavê wê tu tiştek nîn e lê peyamek pir watedar tê de heye. Navê çîrokê “zexel” e nivîskar ji xeynê vê peyvê tu tişt nenivîsiye,yanê bi  peyvek behsa çîroka  temmamê zexeliyan dike.  Belbî jî westindin e ew, lê ji bo min pir watedar bû. Tirpan tenê bi nivîsa vê peyvê dixwaze bi xwendevan bide nîşan ku zexelî ev e tiralî ew e ku mirov naxwaze/nikare tu tişt bike. Gelo ew tiştê ku vê jiyanê bi me dide jiyandin ango me dike dîlê jînê zexelî ye an tirsa zexelîyê ye? Yanê ji ber ku tu tiştek ku em bikin tunne loma em dijîn an em naxwazin Reqayê bibin loma em dijîn? Bixwînin û biramînin…
Lîlav
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201619 okunma
·
64 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.