"Cama paca min hejiya, ji gurmîniya xûnavê ku ji pela şîn ket ser axa şil."
Merheba. We niha çîrokek xwend. Belê belê çîrok. Erê wîîî, ji hevokekî pêk tê. Ma nabe? Çima fîl jî difirin?! :)
Di serdema teknolojî, takekesî û lezgînîyê da her tişt bi bayê bezê diqewime, belav dibe û bi heman bezê tê jibîrkirin. Saet heman saet e, lê dem têra kesî nake. Ti tişt nîn e ku li ber vî bayî nekeve, her wiha edebiyat jî; lewra wextê kesî tune ye ku rûnê, nivîsên dûdirêj bixwîne. Wek tê zanîn, ji nûjenîyê alternatîfên cihêreng dizên, edebiyata me jî serê xwe danî, jê ra alternatîfeke qerqaş bû: çîroka mînîmal.
Çîroka mînîmal di dawiya sedsala bîstan da derketiye û di nav demeke kurt da li edebiyata cîhanê (têgeheke derew) belav bûye. Nivîskarên wek Edgar Allan Poe, Alice Munro, Julio Cortazar, Flannery O'Connor û hwd. ku her yek ji wan bi kurteçîrokên xwe va têne zanîn, serê xwe zêdetir bi çîroka mînîmal va êşandine. Ev cureya çîrokê dibe ku ji hevokekî jî pêk bê (wek me li jorê jî nîşan da), dibe ku rûpelekî tije bike, lêbelê ti armanca wê tune ye ji bo xwîneran. Ne dixwaze şîretan li me bike, ne dixwaze behsa rêzebûyeran bike, ne serî heye ne jî binî :) ew rasterast dixwaze bi herî kêm peyvan ve gelek tiştan ji me ra vebêje, tesîreke tîr li ser me bihêle; wextê me negire lê me ji xwendinê jî bêpar nehêle.
Dibe ku ji we hin kes bibêjin em çima nabêjin kurteçîrok, mînîmal çi ye îjaa filan bêvan. Kurteçîrok bi xwe teqabilê "short story" dike, lê tişta ku em behs dikin "short-short story" ye, ango ji kurteçîrokê jî kurtetir, çîroka herî kurt e.
Ev berhema li ber destê me jî mînaka vê cureyê ye, bi temamî ji çîrokên mînîmal pêk tê; çîrokên ku ji yek hevokekî pêk tên jî hene, yên ji rûpelekî zêdetir jî. Her çiqas ez çîrokên tê da zêde serkeftî nebînim jî, ev berhem ked e, ceribandin e,