Prensesa kabîlê li şaneşîna xwe xwar kir. Xêlîya xwe ya sor vekir, her du keziyên xwe yê honayî ji balqonê hetanî ber piyên Zal berda xwarê. Jê re got:
"Hiş! Deng dernexe!
Haya qesrê pê nexe!
Elmanî wan jê nîne,
Wan ji me ne hisîne!
Zû bike, bilezîne,
Xwe bi keziyan rapeliqîne!