Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

ma ji bîra me diçe...
Erdhêj tên bîra we hemûyan. Ew de hefteyên tirs û bêxewî û mirinê tên bîra we ku şevê çend caran erd mîna ku mirîyekî bihêrs wê ji hundir ve raweşîne dihejîya. Ew şevên guman û bêrehmiyê tên bira we ku bi sedan hezar mirov, li ser kolan û keviya riyan cihên xewê radixistin û li stěrk û heyv û ewrên bécan dinihêrîn ku mina bayê dojehê wan bibe xerîb û nexweş di esmanan de ber bi nediyariyê ve diçûn. Ew erdhejên ku bi jiyané re bi çavgirtinekê dileyistin, winda dibûn, dinya aram dikirin, şev xilmaş dikirin, arami didan dilan, asûdehiyeke nihênî didan heta hino hino xelk neçar dikirin, baweriyê bi dîwarên xwe bînin, xelk neçar dikirin ji erd û esman û qelşên nediyar ên semen netirsin û vegerin bin banên xwe. Lê hema ku aram û asûde diçûne hundir, wek marekî mekirbaz listikeke şeytanî bike, dubare dest bi hejandina dinyayê dikirin.
Sayfa 86
·
143 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.