Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

152 syf.
2/10 puan verdi
MALA XWEDÊ AVA BERHEMEKE KURDÎ A RABESK HEYE EDÎ
" Ez ê Yekî Bikujim" a Firat Cewerî bi du çirokan pêk tê.( Belê wekî roman tê hesibandin lê bi min ne roman e)Di çîrokan yekem de dike çîrokek derunî bihune. Bi fikira yekî kuştinê û destpêdike."Ew"(Kesayetê yekem )mirovekî deruniya wî xerabe. Xwe hişê niviskar jî tevlihev e. Axir biryar neda ye. Ka çi nexweşiyê lê bike û çawa vehune. "Ew" serî de di xewnê de agahiyên derbarê rojane de dibinê. Haya û haya derdora wî vî taybetiya wî heye. Piştre tê girtinê û rastî îşkenceyan tê. Deruniya wî lap xirab dibe. Gelemperî dişibe nexweşê şîzofrenî. Xwe bi xwe tiştan diafirênê, biryara digre. Heman demê de xwe piçûk dibine. Wî wetrê ne hêjayê hezkirinê ye. Keçika cînara wî jê hezdike. Dema behsa keçikê dike. Divê "xwedî giravî ji min hezdike" . Hîn caran jî wekî mizantropî(ê ku qet mirovan heznakin)ya ye. Lê alî kî ve jî xwe razî ye. Bejn û bala xwe jî qayil e. Heta kêliya diçe yekî jî bikuje. Ber eynikê naqete. Yanê mijar tevlihev e. Lê ev hemû alîkî"ew" doza torhildanê dike. Hîn piçûk e hevalê wî hemû diçine dibistanê lê ew dixebite. Xwezila ya xwe bi wan tine (#216320973) Dema mezin dibe tevlî hewildanên tekoşîna azadiyê dibe. Ruyê wî a rastî ruyê hebuna tevgerê. Bav û birayê wî tên kuştin. Pîştî di zindanê de dertê. Xwe dinêre, bajar û bajariyan dinêre. Hema qet dengê zimanê wî jî ber guhê wî nakeve.(https://1000kitap.com/gonderi/216339603,https://1000kitap.com/gonderi/216339603) Gelekî bandor de dimîne. Û nexwşîyên wî ên derunî bere bere dertên. Dike yekî bikuje. Yanê dike tola xwe ji civatê bistine û xwe bi yekî kuştinê wê hebuna xwe lidarxista.Ev yek alî mijara rexneye de pir pir baş e. Çîrok ser vî himî ava buya. Wê bibuya romanek sed romanî. Lê wisa nake. Hê ev çirok ser himekî ava nekiriye. Diçe çirokek dinê. Ew jî qehbika bajarê wî Dîana. Dîana jî karektereke tevlihev e. Niviskar li vir jî biryar ne da ye. Karaktera jin , gundî an bajarî an jî şervan ava bike. Diana karekterek pir qelse. Heta mirov dikare bêje bêrûmet e. Ew gundiye. Diçe welatê Ewropayê dijî. Tevlî hevalan dibe hîn perwerdeya dibine(#216340400 ,#216340505) Tê tevlî refan dibe axir dîl dikeve. Û destê dijmin de rastî hinek jibareya tê. A yekem jê re dibêjin here bajarekî,tu ku da diçî here. "Ne me te dît,ne jî te em".(.#216340809 ) Bi rastî ev jibare durî aqilan e. Kê ditiye dijmin dîlê xwe re gotiye "here,ne me te dît, ne jî te me". Dema hê nehanîne bajêr. Serbazek dike destdirêjiyê jê bike lê serbazekî din wî kesî asteng dike (#216340650)bi rastî ev aforizma kenê gura tine . Niviskar balê dikişîne ser rola mêrbûn û jinbûna civatê.(lê xwe jî vî yekî dike)Vê yekê jî bi nêrin û tevgerên bavan rave dike.: Li gor bavê karakterê yekem. "Mêr gotî, divê mêrkuj be. Ê nikaribe dîkekî serjê bike. Ew ne mêr e". Bavê karakterê din,ê Dîanayê jî, dike Dîana yê hê zare bide mêr. Ber ku Diana mêr ke. Wê namuspereziya wê xilas be. Dema diçin Elmanyayê jî heman tevger didome. Dixwaze jin û qîza wî qet xwe tev nedin. Ber ku tiştek derê. Wê rezil bin. Ruyê wanê reş be.Hema çîrokên xwe jî wusa afirandiye. Bi hişmendiya mêran honandiye. Dîana kehpike û dixwaze wê xelaske . Ew herdu karekter jî (ên mêr,niviskar û ê din) xwe wek Qehreman dihesibînin û her yek jî çi di destê wan tê dikin. Dîana dema keçikeke gundî ye. Mesele, laşê wê zayenda wê ye. Her wiha Elmanyayê û dema dîl tê girtin heta dibe qehbik jî. Dîana serî de xwe wekî mamoste dide nasîn ji nivîskar re.û alîkarî jê dixwaze. Zor xweşî pê re diçe otelê. Li otelê qehbik buna xwe jê re dibêje. Niviskar bertek nîşan dide dive "Te ez rezil kirim" Yanê mêvan mamoste be pirskirêk tune lê dema qehbik be ew rezil dibe. Mêvanê mamoste xwe mamoste ye . Lê dema dibe qehbik hisên erotîk jê peyda dibin. (Ewî nivisye min şerm kir). Jin Hertim bi laşê xwe hat bêrûmet kirin. Berhem bi awayekî Monologî hatiye sazkirin. Lê hîn caran karekter xwîner re xeber dide. Ev yek xweştir dike.Şayesandin û aforizmayê wisa berbiçav tune ne. Lê awayekî ecêb xwenêr hildide bin bandora xwe. Herikandin, vegotina buyeran gelek baş e. Di berhemê de hêyamên maliq pirin. Diana dehan caran difikire xwe bikuje lê destê wê jiyanê nabe. Helbet rih şirin e . Lê axir Diana xwedî hişmendî bû. Lê niviskar xwe re nabîne tiştekî wisa bide kirin. Wê bêrûmet dihêle..
Ez Ê Yekî Bikujim
Ez Ê Yekî BikujimFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201484 okunma
·
147 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.