Gönderi

Dê û Dêmarî
Puan vermedi·96 syf.··
2023 40. kitabı
Egîdê Xudo, di sala 1927an da li gundê li nehiya Aparanê, komara Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî dibistana pêşîn û navîn li gundê xwe xwendiye û paşê Enstîtuya pedagojiyê xilas kiriye. Paşê jî bûye dîrektorê dibistana gund. Egîdê Xudo sala 1999an da, di 72 salîya xwe da koça dawiyê kiriye. Egîdê Xûdo Kurdek ji Kurdên dewleta Rûsya' ya Sovyetê bû ye. Ji ber ku kurdê Rûsyayê û wexta Şerê Dûyemîna Cîhanê de jîyaye, şahidê wan rojên nexweş bûye û ew rojên nexweş, şer bandor lê kirîye ku mijara pirtûkê li ser rojên tekoşînê destpêdike û piştî tekoşînê jî diqede. Pirtûk rojêk ji rojên zivistanê jineke Ûris tevî pitikê xwe bi lêxistina derîyê Jineke Kurd ku destgirtîyê wê jî çûye tekoşînê, dest pê dike. Du heb jin, ku yek Kurd yek jî Ûris jîyan rêya wan çawa rastî hev tîne, ev rast hatina ha çiqas bandor li herdû jina dike, hîsên dayîkbûnê.... Û gelek tiştên din. Yanê Egîde Xûdo wêneyê lehengên pirtûkê hima bêje tevî jî bi awayekî gelek xweş di mêjîyê xwendevan de bi cîh dike ku xwendevan ji xwendina pirtûka wî bêtir sûdê bigirin. Mînak; lehenga sereke "Karê", bi zimanê Egîdê Xûdo: "Karê ne bedew bû. Lê bejn û bala wê ya blind, dêmê wê î mîna rengê genimê sor, gerdena wê û devê xweşik, çevên ne ewqas gir, lê jîr û baqil, eniya kever, porê reşe qey bêjî mîna hiriya şehkirî harmoniyeka wisa çê dikirin, wekî heta mêrên mezin jî nikaribûn bêxem rex wê re derbas bibin." -rûpel 11- Yanê piştî vê wêneyê "Karê" bi vî zimanî min bêtir sûdê ji xwendina pirtûkê wergirt, her wiha wêneyê lehengên din jî bi vê gotina xweyî balkeş tîne ziman (Ûsiv, Reşîd, Badalyan, Sîsê, Şaşa....) Nivîskar bandora tekoşînê jî bi min li ser lehengên xwe xweş bi keys kiribû. Wexta min dixwend min di go qey ez pirtûka "Cengîz Aytmatov - Toprak Ana- " dixwînim Pêşgotina jî di pirtûkê de xweş bi kar anîbû li gor min. Pêşgotînê ku hêja min nû seh dikir: "pêl tên pêlan winda dikin." -rûpel 40- "Dibêjin kevir hol dibe, tê li ciyê rast disekine." -rûpel 65- Ji ber go Egîdê Xûdo pedagojî xwendîye terîmên pedagojîyê jî (dibistan, xwendin, mamoste...) di pirtûkê de ji xwe re cîh digirin. Lê di pirtûkê de cihê herî seyr ku li çavê min ket ne tekoşîn ne pedogojî bû, tişta herî seyr ku nivîskar gelek gelek cîhên pirtûkê ku dixwest bala xwendevan bikişîne ser ev bû ku ; Kurd, ku berî tiştekî bikin xwe nafikirin, berî rastî û xeletîya wî karê ku bikin; xelkê difikirin, bersiva xelkê difikirin. "Gelo ka wê xelk bêje çi?" "Emê ji xelkê ra, cînaran ra bêjin çi" "Emê çi bersiva xelqê bidin?" -rûpel 24- Û edetên Kurda ku nivîskar wisa jê acizbû bû ku di pirtûkê de wisa anîbû ziman; "Ev edetên me, Xwedê kambax bike" -rûpel 78- Yanê qethîyen ji bo min xwendina vê pirtûke gelek xweş bû, zimanê pirtûkê zewk da min, herikbar bû, mijara pirtûkê jî balkêş bû... Tenê, gava pirtûk were xwendin divê piçek bi miqate were xwendin ji ber ku nivîskarik kevne, di hin peyv nivîsandina wan rast nehatine nivîsîn. Û pirtûk wexta ku qedîya jî min dîsa fam kir ku: "Girêdanên bi xwînê ji girêdanên dil siviktir in"
Edebîyata Kurdî
Dê û DêmarîEgide Xudo · Nubihar Yayınları · 201647 okunma
··
393 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.