Egîdê Xudo, di sala 1927an da li gundê li nehiya Aparanê, komara Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî dibistana pêşîn û navîn li gundê xwe xwendiye û paşê Enstîtuya pedagojiyê xilas kiriye. Paşê jî bûye dîrektorê dibistana gund.
Egîdê Xudo sala 1999an da, di 72 salîya xwe da koça dawiyê kiriye.
Egîdê Xûdo Kurdek ji Kurdên dewleta Rûsya' ya Sovyetê bû ye. Ji ber ku kurdê Rûsyayê û wexta Şerê Dûyemîna Cîhanê de jîyaye, şahidê wan rojên nexweş bûye û ew rojên nexweş, şer bandor lê kirîye ku mijara pirtûkê li ser rojên tekoşînê destpêdike û piştî tekoşînê jî diqede.
Pirtûk rojêk ji rojên zivistanê jineke Ûris tevî pitikê xwe bi lêxistina derîyê Jineke Kurd ku destgirtîyê wê jî çûye tekoşînê, dest pê dike. Du heb jin, ku yek Kurd yek jî Ûris jîyan rêya wan çawa rastî hev tîne, ev rast hatina ha çiqas bandor li herdû jina dike, hîsên dayîkbûnê.... Û gelek tiştên din.
Yanê Egîde Xûdo wêneyê lehengên pirtûkê hima bêje tevî jî bi awayekî gelek xweş di mêjîyê xwendevan de bi cîh dike ku xwendevan ji xwendina pirtûka wî bêtir sûdê bigirin.
Mînak; lehenga sereke "Karê", bi zimanê Egîdê Xûdo:
"Karê ne bedew bû. Lê bejn û bala wê ya blind, dêmê wê î mîna rengê genimê sor, gerdena wê û devê xweşik, çevên ne ewqas gir, lê jîr û baqil, eniya kever, porê reşe qey bêjî mîna hiriya şehkirî harmoniyeka wisa çê dikirin, wekî heta mêrên mezin jî nikaribûn bêxem rex wê re derbas bibin." -rûpel 11-
Yanê piştî vê wêneyê "Karê" bi vî zimanî min bêtir sûdê ji xwendina pirtûkê wergirt, her wiha wêneyê lehengên din jî bi vê gotina xweyî balkeş tîne ziman (Ûsiv, Reşîd, Badalyan, Sîsê, Şaşa....)
Nivîskar bandora tekoşînê jî bi min li ser lehengên xwe xweş bi keys kiribû. Wexta min dixwend min di go qey ez pirtûka "Cengîz Aytmatov - Toprak Ana- " dixwînim
Pêşgotina jî di pirtûkê de xweş bi kar anîbû