Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

79 syf.
·
Puan vermedi
Jineke Xinani
Ez ê lêkolîna xwe weke hercar bi nasîna nivîskar de destpê kim. Kîye gelo Şêrzad Hesen? Li bajarê Hewlêrê sala 1951-52'yan de hatîye dinê. Gelek berheman ji zimanê ingilîzî wergerandiye Kurdî û xwedîyê gelek çîrok û romanan e. Hesar û segên bavên min, Xewna pîrepindan, M, Tenahî..... Bawerke Şêrzad Hesen bû nivîskarê sêyemîn ku ji Bâşûr dixwînim. (Bextiyar Elî, Ferhad Pîrbal) Nivîskarên Başûr gelek gelek hêjane. Yanê zimanêkî wisa xweş, edebî di pirtûkê xwe de bi kar tînin ku ne pêkane mirov ji bo wî zimanê hêja ku çend pirtûkên wan hebin jî mirov nexwîne. Şêweyeke têr û tije edebî û lihevhatî... Şêrzad Hesen jî di pirtûka xwe de şêweyeke wisa bi kar anîbû, ji xwe ez dibêjim qey ne ji wê şêweyê bûya mijara pirtûkê ne ewqas xweş bû ku pirtûkê bide qedandin. Jixwe nivîskar jî, hêjabûna xwe bi piranî di vir de nîşanî xwendekaran dide li gor min; Wexta mijar çiqas xweşbe û şêwe nexweş be pirtûk naherike, lê gava ku şêwe xweşbe mijar çiqas nexweşbe jî pirtûk bi awayekî diherike heta ku diqede. Mijara vê pirtûke dişibiya pirtûka "Nikos kazancakis"
Zorba
Zorba
Ji xwe gava min lehêngê vê pirtûke Xalê Memo ku gohdar dikir min di go qey lehenê pirtûka
Zorba
Zorba
de "Zorba" gohdar dikim. Du heb lehengê pîr, ku ketine pey jina, hezkirina jina... Ku qet ji wan têr nabin û li gor wan avabûna vê dine jî ji bo "Jin" a ye. Di derûnnasîyê, tiştê ku di civakê de neyên pejirandin, mirov bîne wî halî ku civak wî tiştê ku berê ne pejirandîye, bi bejirîne, jê re dibêjin; "bilindkirin"(Yüceltme) Îjar ku lehengê pirtûkê Xalê Memo jî di jiyana rastîn de li ber we van gotinan bike (Xalê Memo zewicandî, piyala araqê di desta, li rex kurê xwe serbûhirîyê xwe yî ku bi jinên xinanî re derbas kirîye dibêje) wê mirov xwe jê dûr bike, wê bêje ev zilam har bûye, xerifîye lê wexta ku nivîskar di romanê de bi devê wî, bi şêweya xwe yî bê qusûr xeber dide gunehê mirov li halê Xalê Memo tê, mirov wî mafdar dibîne, biskek disekine ku xwendekar jî bi halê Xalê Memo ra bikeve xemgînîyê. Kî ne ev jinên xinanî? Ez dibêm qey her kes dikare wateyek derxe ji xwe re. Lê Nivîskar di dawîya pirtûkê de tiştek wisa gotîye: "jinên tenê, bêdost û şermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdi qala ciwanî û şeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veşartin?" -rûpel 77- Îjar li gor wê "Jina Xinanî" kî ye?
Jineke Xinanî
Jineke XinanîŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201116 okunma
··
116 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.