Şev xemgînî
Pevçûnî,
Şev bi şer
Tav li enîya dapîra min
Deq bi deq
ser dest xêz xezal
Emrê çûyî
Salên hûr
hûr li çav borî
Destên ar;
Ezeb, mirî şûştî
Zarok şûştî
Ne çav dîtiye behr
Ne çav dîtiye keştî
Ne dîtiye bajarek din
Û qet nedîtiye
ji du gundan pêvetir
Emrên borî
Hûrî hûrî
Li dil ve kiriye
Birînek
Birînek ku
Çi Kûr kurî,
Çi tar tarî
Dîtiye wê,
tunebûna tunebûnê
Hez kiriye wê,
Êşek ji êşa tunebûnê
Geh wê li çîyê
Dikir pûş û palê
Geh nan dipêja
Li ser agirê nav du kevir.
Bi sêla tenî,
Wek êvarê tarî
Bi hevîrê spî,
Wek sibehê ronî
Diête bîram ew rû ew çav
Li ser bejnê danî bû,
Fîstanek ji rengê av.
Herdû dest li pişt
Li ser enî tav deq
Li ser dest, xêz xezal
Hişt li pey xwe û çû
Îro nizanim bûye çend sal...