Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

'Ehzeme allahû ecrekûm' dilşikestî ye Ziving û payîza dawî rêwî xembar in li pêrgîniyê: porê wî berfa Cûdî ne piyan kilîliyan rahiştiyê -ehzeme allahû ecrekûm... mirinê bilikum! zordarên li ser hikum! Mûsa we kuşt, we kuşt! me dahişt dîroka azadiyê ji sor, ka zelîlî Mûnzir? hê û hê kelgirî ye Dîjle lo law kîjan mirinê em ragihînin te?.. nûçeyên rojnameyan xwerû b' kuştina me ne bi mêranî me azadî xwestiye gunehekî me ev e yê diduwan, em in xwazgîniyên welatekî... kuştin, hêsrên mirinê ne, Mûsayê min gur jî dadide kerî ji kerba! dikujin, bila min jî bikujin birayê min hê ku lîlîn hêsr in li van erda! Arjen Arî Ziving: gundê Mûsa Anter e.
Ev Çiya Rûspî Ne
Ev Çiya Rûspî Ne
·
1 artı 1'leme
·
56 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.