5/10
·144 syf.··
Beğendi
·
2023 20. kitabı
Niviskar Dîlan Şewqî romana xwe a bi navê Şekirê Di Bêrika Bavê Min de. Çîrokek ji çîrokên zargotina Kurdî honandiye. Kesayetê çîrokê bêhtir jin in. Jina ko buye destebirakê pirhebokekî. Belê mijar ecêb e . Lê ne xerib e. Hemû kesayet pir nas in. Bi rastî jî ger jinek derveyî sînorê civatê tevgera wê rastî bertekên wisa bê û heta vê dinyayê xweş bûya wê bidoma. Wê ew tişt bibuya serhefda serê zarokên wê û bandor li jiyana wan jî bikira . Xwe me nava çîrokê de dît ko bextê dê bû cihêzê qîzê. Niviskarê bendê çîrokê qet sist nekir ye. Dema pêdiviya wê nebaş bûna karekteran hebe. Wan dixe nebaş ê axir zemanan. Lê pêdiviya wê baş buna karekterîkî hebe wê/î karekter ê bi heft ava dişo tixe rêza milyaketan. Çîrok gelek himamên xwe va sîtavka zargotina Kurdî ye. Erê Xibşê pirhevoke lê qewata wî nahêje hîn tiştan. Mînak dema Meco li Mendê dixe. Nîkare Meco bide sekinandin lê dikare destê xwe bide ber Mendê da ko laşê Mendê neêş e. Di çîrokê de heft mar hene kû başî û parastinê sembolîze dikin. Ev yek jî dîsa sîtavka çîrokên mey folklorîk bûn. Çîrokê de sê jin hene. Xanê, Mendê û Nafiya. Her wiha sê caran qala şekirê di bêrika bav de kiriye.Ev hersê bav jî qîzê xwe hez dikin. Her yek wan qîza xwe di bêrîka xwe de xwedî dikin. Lê qedr û qiymetek wusa mezin jî nadin. Her çiqas wek têgehek romantîk jî were xuyan- navê romanê. Niviskarê tehn li bava kiriye. Çîrok xwe fantastîk û folklorîke. Lê zimanê wê pir nûjen e. Ji ber wê hev nehatiye. Çîrok her diherike di nava hurgilîyan de dumahiya çîrokê destnîşan dike. Ev yek jî alîkarek baş dide niviskar ko xwenêrê her di bin bandora honakê de bimînin. Çîrok her diçe bela dibe. Dibe çil çiqil. Ser û binê çîrokê tevlihev dibe. Axir xwer re rêyek dibine û kuta dike.
Edebîyata Kurdî
Şekirê Di Berîka Bavê Min DeDîlan Şewqî · Avesta Yayınları · 20218 okunma
··
433 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.