Ey felekê bê wefa yê
Te çira muhlet nedayê
Yar di nêv axê gihayê
Ey felek bê mirwetê
Ey felekê bê î'tîbar
Min bi te nîn in qet çu car
Nê te gelek mehbûb veşar
Paşî ewan xal û xetê
Nazik û mehbûb ciwanik
Qamet û bejna ziravik
"Kullu şey'în" dê bin halik
Ji xeyrî Şahê Qudretê