Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

253 syf.
·
Puan vermedi
LEYLANA KESK AN PAÇIKA SIPÎ
Berhem bi navê Leylana Kesk ku teref Aynur Dogan ve hatiye nivis. Berfanbara 2016an li weşanxana J &Jyê hatiye çapkirin.Niviskarê sazka xwe li ser du aliyê civatê avakiriye. Yek ji wan Keskê ye; Keskê aliyê herî herî başe;Keskê bi xuşk û biraya , dê û bavê û kalik û pirik dijî. Malbat malbate gelek gelek bextewar û maqule . Hevdu pir hezdikin. hev herîne. Heman demê erka xwe jî pêk tînin ;Keskê him dibistanek baş dixwîne,him jî dema tê gund. "Kar û barên ku divê jin bikin" hemiyan pêk tîne.Malbatek nûjen pêşverû û "maqûlin". Bavê malê Kerem mirovekî biaqil, baş û zanaye, malbata xwe pir hezdike. Dê ,Delal jinikeke jêhayiye xwarinên xaş çêdike. Kal û pirîka malê jî pir baş in malbata xwe pir hezdikin. Aliyê din de jî Gûlî heye, Gûlî jî di nava malbeteke ew qas paşverû de dijî edî her Xuda bê bes. Hê Gûlî pêçekêdeye bavê wî û cînarê wan Bedo Gûliyê û Seyidxanê kurê Bedo hevre dixin pêşkeme. Gulî û Seyidxan bi hevre mezindibin dema xwe dihesin bûne evindarê hev . Piştre dewata xwe dikin, zarokê wan çêdibin. Lê dayika Seyidxan tu car Gûliyê şayestê kurê xwe nabîne û qet pê nake.Tevlî xizaniyek mezin. Xesuya Gûliyê bi fêl û fitnan Gûliyê Seyitxan diqetîne. Seyidxan bi şêwazek kirêt Gûliyê tine davêje ser mala bavê. Bav jî qe xwere nake biminetî. Guliye dide mêr. Ew Gûliya kû biryara mêrkirina xwe bile nehirtî. Hîn zare ketiye kirasê bukî, evinî ,desgitî . Pîştî dewata xwe alî bav, mêr, xesu û hemû kesên di jiyana wê de rastî piçukxustin û tune hesibandinek ew qas xurt tê, axiryê de nexaş dikeve. Pîştî hatina mala bavê,bavê wê her wê dide mêr. Ew mêran re nake û vegire mala bavê xwe.Ew qas bobelatên tên serê Guliyê , Gûlê tenê dê ye. Metleba jiyana wê tenê dibe ditîna zarokên xwe. Kirasê dêbunê kû Gûliyê kirine. Ew qas tê pîrozkirin. Gulî, keseyeta wê, rûmeta wê, hestê wê, hebûna wê nava diranê dêbûnê diherife. Ca Gûliyê mina hemû dêya, tenê dijî. Tû hebûne li darxnaxe. Ber ku jine ne bi destê xwe ye. Ca Gûliyê temsiliyeta heri mezin a dayika civata feodal dike. Yanê mixabin dayik zêdetir mina dayika Gûliyê, dilê wan dişewite bo qîzê wan lê zêde tiştekî nakin. Ew qas tişt hatin serê Guliyê qet tiştek nekir. Lê dema Guliyê amadekiriya revê dikir Dayikê jê halî bû, lê neanî ser xwe ewê, bi vî teherî alîkarek qels da qîza xwe. Mijar diçe û tê ser paçika sipî. Dema şeva Gûliyê a yekem de niviskarê, ser mesela paçika sipî disekine. Paçika sipî dibe sembola "namusa" jinê.Ew buka alî xezurê xwe hatibû tecawizkirin. Disa çawa kû qirêj bube. Û xwe kuştinê ve xwe paqijkir. Serlehenga me Keskê her çi qas wê kiryaran bi Hemid re jî kiribe. Tenê xwe tewambar dît . Him barê wê kiryarê da ser milên xwe,him jî xwe qirejkirî dît. Terka hemû tiştî kir. Û jiyaneke bi tenê, bi zaroka zikê xwe jibart.Niviskarê dema sehneya zayendî a di navbera Keskê û Hemid de vedibêje. Tenê Keskê tewambar dike. Hemû kiryaran tenê Keskê dike. Heta mirov dikare bêje Hemid mexdure. Jina Hemid jî her çi qas mêrê wê bi jineke din re be jî bi awayekî sosret pişiriya mêrê xwe dike. Bager û Kerem çi cara tên pirsa Keskê û Hemid dikin agahiyan nade wan û wana ser yarê şaş dike. Kerem qaşo mirovekê zana û rewşenbîr qîza xwe nava wî gundî de dişîne Mersinê dide xwendinê. Lê axiryê de dema Keskê û Bager dibin destgirtî . Kerem dibêje Bager de " ez edî birim jî çavê min pey Keskê namine. Lewra Tere zewacî" . Yané mêr jinekî ji bo ewlehiya wê dispêre mêrekî din. Xwe jin hertim karê malê dikin mêr jî karê derve. Çi car mêvan hebin. Mêr sohbet dikin an karê derve dikin. Jin jî xwarin û vexwarinên amade dikin . Bi vî rengî jin û mêr erka xwe a civatê pêktinîn. Ew kesayeté rewşenbîr , zana û ruspî Apê Riza jî dema qala Guliyê tê dikirin. Tê gotin kû "çiyê Xosro heye Xosro bikaribe zarê Gûliyê binêre" Apê Riza jî vê nêrînê dipejirine . Axir ew jî tê rêzka Xosro. Dibe yek wan kesê di civakê de. Navê pirtûkê "Paçika Spî "buya kêm zêde wê bibuya metneke îronîk û rexneyî . Lê navê pirtukê buye Leylana Kesk, bi vî navî û nêrinê berhem buye parêzgeha" paçika spî " Ca Gûliyê de nakokî heye ew jina ku ew qas di nava civatê de hatiye herifandin, tunekirin. Gulî ji mêrê xwe duyem de pê dimîne.pîştî dev ji mêr berdide tê mala bavê. Ca wê û jineke cînarê wan dibin yek Guliyê dibin bal pirikekî û zarê berdikin. Ew jina ku me li jorê pênasa kiribû naşê wê yekê bike. Tirsa Xosroyê mêrê xwe culet bile nake. Xesuya Guliyê ku dema Bedo û Xosro herdu pitikan pêşkemeyê hevdu dikin xesuya Gûliyê jî mina ca Gûliyê qet li hember wê biryarê dernayê. Divê " mêra biryar girtiye. Gotin mi Nakeve". Êja ev jina"maqûl" çawa ew qas zordar,ew qas bêrehm dibe. Wan kiryarên sosret tine serê Guliyê. Di çîrokê de hin karakterên Tirk hene.Ew kes ciyê herî giringde ne û heta bêjî başin. Jina Apê Riza tirke û gelek jineke maqule. Dizane mêrê wê ew qas welatê xwe û netewa xwe hezdike. Pîştî mirina Riza zarê xwe hildide tê gund cî dibe. Ew Riza yê bi kesera welatva mir. Gelo jina wî qaşo ew qas baş. Çima dema Riza dijiya nehat cî nebû?. Tirkekî din Hemid; Hemberî ew kirina kir Hemid kir. Niviskarê Hamid heft avava kuştiye û ew pirûpak kiriye. Xwe ew pîra dawiyê melakeyê Xwedê bû.Bi paçika sipî Tirkên baş Kurdên paşverû berhem serhev de tê. Çîrok li gunde yanê xwezayîya çand û jiyana Kurdî de ye lê honandin beyî zargotin bi zimanekî xav diherike.Hîn caran pênase û têgehên ( ustiyê wî hebêzkir, evînfûr)ecêb jî hebin gelemperî heremî kuta dibe.
Leylana Kesk
Leylana KeskAynur Aras · J&J Yayınları · 20161 okunma
··
270 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.