Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Şêwaza nivîsê çikas xweş e wek helbestçîrok
Berê berbangê li ser girekî biçûk ê li pêşberî mala xwe rûniştibû û li hêviya derketina rojê bû. Dema roj ji dûr ve hêdî hêdî xuya kir vê qewlê ji devê wê xwe avêtibû der û herikîbû. Piştre destê xwe li pêşberî rojê vekir û duayên ku ji nava dil û hinavên wê diherikîn kirin. Keziyên wê yên sor û dirêj li ber şewqa tavê dibiriqîn û bi teyîsina ronahi- yê rûyê wê yê sor û spî diqemitî. Îro cara dawiyê dê li ser vî girê biçûk pêşwaziya rojê bikira, cara dawiyê dê hemû laşê xwe bi germahiya tavê bişûşta. Îro hemû duayên wê ji bo vegera rojên berê bûn, ji bo vegera zaroktiya xwe bûn. Ji destê wê bihata dê nîveka vî girî vekolanda û xwe tê de biveşarta ku êdî tu kesan ew nedîti- ba... Wê jî nedizanî kengî ewqas mezin bûbû û biryara zewaca wê kengî hatibû dayin; an jî nedixwest bizanibe... Îro hemû kêliyên ku li ser vî girê biçûk, li wargeha xwe, li baxçe û zeviyên li ber malê derbas kiribûn dihatin pêş çavên wê. Ev wek xatirxwestineke bêdil û bêdem û nîvcomayî bû. Di xeml û xeyalên zaroktiya xwe de vezilî demekê, lê piştre bi dengê dayika xwe yê ku ji dûr ve dihat bi xwe hesiya û rabû ser piyan. Cara dawiyê berê xwe da rojê û wek ku tîrêjên rojê bigire nava lep- ên xwe destê xwe vekir û piştre bi hemû hêza xwe kulma destê xwe şidand, da ser singê xwe û vegeriya. Pişta xwe da rojê û ber bi dengê dayika xwe ve meşiya. - Jîn Aryen, di kovara Xwebûn -
·
137 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.