Gönderi

ŞARISTANIYA EVÎNÊ DI BUHIŞTA JIYANÊ DE Ger.. Ji rêwîtiya mirovza ya mirovahîya Xwedawenda-Jin ya wijdanî, di rêwîtiya çandî ya hevbeşgeriya Jin-Mêr de, bi berhemdariya bawergerî re, Û.. Ji rewantiya veguhartî a Xweda-Mêr yê çor, di mêtingerîya Baviksalarî de, bi çewisandina peşveçûyî a li ser Jina Xwedawend re. Edî.. ji jiyana mirovan tenê mirina teknolojîk a nerasteqîn ya kujer rû bi rû maye, di çarenûsa jina belengaz tev mêrê hejar û zarokên teze de, bi jiyaneke wêrangerî a bêdawî de ya ku mirovahiyê dijî re. Ew.. ji hilkişîna rewantiya xweyî ezmanî ya nerasteqîn, ji vekişîna rêwîtiya xweyî hov, dê vedigere rêwîtiya xweyî mirovane ya rasteqînî, Da ku.. li nav Şaristaniya-Yekpare bijî, bi laşê Malbata-Pîroz a nûnertiya mirov-heywan-xweza-sirûşt dike, di Civaka-Tevjînî a nemir de, Ta ku.. di navbera ruhberî ango giyan û heyberî ango can de, di cîhana hevbeşdarî a di navbera Ba-Av-Ax-Ar de bi Tîrêjên-Ronahiyê tê gûvde kirin, di jiyaneke mezin de tev azadîya-Têr. Bi vî awayî wê.. Zeman bi Cî re bizewice ji bo xatirê şaristaniya evînê, bi Nimêjên-Dîrokê li ber kahniya jiyanê, li Perestgeha-Azadiyê bi hêviya BUHIŞTA jiyanê, Bi evîndariya mirovahiyê bipejirînin ⚫
·
182 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.