PÊSÎRÊN BALŞAN
Li sîngê min, du pesarên balkêşan e
Gihîştina zozanên wê, zorkêşan e
Erdnîgara navê, geşedarên zorkaşan e
Ji sirgûniya erdnîgarî, bi azadî nîşan e
Bi matmayî parastîne, bi çûkên balşan e
***
Pêsîrên min, mîna straneke Cîngenaye
Ji tiliyên teyî lê gerandî, rîtmşkiyaye
Ji dilxwaziya teyî yekserî, dil lêdaye
***
Heke te li vir bibînim, can bi dilxwaziyaye
Hesreta yekî me, ku xezalên giyanê çêraye
Bi ramûsanan, ku van geyîkan avdaye
Ku koka seretayî, dîsa li min bibe vegeriyaye
Germahiya hembêza te, bi nûjînê êweyaye