GOTINWEŞÎ
Gotinên min tenê jidil in..
Ne ku çîroka jiyana min in
Ji tevnên jiyanê pêşkêş in
Tiştên pêşkêş kirî ne..
Beşekî rastgo ne
Hinekî nepenî ne
Piçekî jî tama bîrî ne
Hin peyvên bala min kişandin e
Yên din jî tenê raman rêz kirin e..
Tev de hevokên ji hiş derketin e
Êvarê ji dilên zelal nivîsandin e
Bi daxwaza ji we re pistin e
Da ku êvarxweşî bibe ristin e
Felat Zerdeşt