Ji DILDARIYÊ RE DAR IM
Ez xwe cangeş dibînim
Derdora xwe dikşînim
Li giş reng diweşînin
Bi bêdengî datînim
Xwe bîrmêjî dibînim
Lihengiyê diçînim
Li mirovan xweş tînim
Ala rengîn datînim
Bi wateyê li jîn im
Li bersivê digînim
Li rastiyê baş tînim
Erêniyê re vîn im
Ez bi gel re li şer im
Ji rûmetê re war im
Ji bo welat geş ar in
Ji başiyê re şar im