DILXWAZIYA RÛKENIYA TE ME
Dilxwaziya rûkeniya te me..
Heroj li dû xemgîniyê dimeşim!
Dîsa jî li ber pirsgirêkan dikenim,
Silavê bi desta radigihîne: "Erê, ne xem im"
Dilxwaziya rûkeniya te me..
Heta kefa di şîrê hilkelandî de jî
Bi nîşanê, şahiya giyanê rijî,
Di kortika li ser rûkê de bi xweşikî mijî
Dilxwaziya rûkeniya te me..
Ne tenê bi lêvan, lê ji dil bi şîrînî!
Da ku di çavan de daweşînî
Ta ku bi hêrsa bextewariyê tu min bihejînî!
Em hevnenas in, lê hema ji bo te me..
Gava çelengiya te, min dîtî
Her dilxwaz im... Na, tenê dikim ji te hêvîtî,
Ta ku li ser rûkê te, nexş bikim rûkenîtî!
SalanêZerdeşt