Gönderi

JIN XEMLA JÎN E MÊR VÊ RE GÎN E
Bila mêr li deriyê dilê ti jinê nexe Ger tûrikên baldariyê li piştê xwe nexe Jin bi can pak e û ji ruh durist e Ji mêr re, bêhna dil û gula mist e Kengî mêr, jidil xwedî li jinê derkeve Hingê divê jin ji malbata xwe derkeve Jin zor hêja ye, ew di jiyana mêr de taca xeml e, ne leke ye Mêrekî ku di delalkirina wê de, pêşbaziya bavê wê ye Ne mêrekî ku bi demê re, di serketina wê re, hevrikî ye Ew heyîna herî nazik e, ew; dayîk, xwişk, keç û hevjîna te ye Heke mêr bi jinê re rûmetdar be Jê re baldar û parêz be Ger vê re be An jê dûr be Hingî evîna mêr bi jinê re, wê pîroz be ༺ SalanêZerdeşt ༻
·
15 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.