KÎ ZÊR E EW XÊR E
Kî ji min re bibe jiyan
Ezê jê re bibim viyan
Kî ji min re bibe giyan
Ezê jê re bibim şiyan
Kî ji min re bibe welat
Ezê jê re bibim xelat
Kî ji min re bibe felat
Ezê jê re bibim kelat
Kî ji min re bibe zelal
Ezê jê re bibim delal
Kî ji min re bibe helal
Ezê jê re bibim menal
Kî ji min re bibe guhdar
Ezê jê re bibim sozdar
Kî ji min re bibe bajar
Ezê jê re bibim buhar