Bila mêr li deriyê dilê ti jinê nexe
Ger tûrikên baldariyê li piştê xwe nexe
Jin bi can pak e û ji ruh durist e
Ji mêr re, bêhna dil û gula mist e
Kengî mêr, jidil xwedî li jinê derkeve
Hingê divê jin ji malbata xwe derkeve
Jin zor hêja ye, ew di jiyana mêr de taca xeml e, ne leke ye
Mêrekî ku di delalkirina wê de, pêşbaziya bavê wê ye
Ne mêrekî ku bi demê re, di serketina wê re, hevrikî ye
Ew heyîna herî nazik e, ew; dayîk, xwişk, keç û hevjîna te ye
Heke mêr bi jinê re rûmetdar be
Jê re baldar û parêz be
Ger vê re be
An jê dûr be
Hingî evîna mêr bi jinê re, wê pîroz be
༺ SalanêZerdeşt ༻