Gönderi

PÊSÎRÊN BALŞAN Li sîngê min, du pesarên balkêşan e Gihîştina zozanên wê, zorkêşan e Erdnîgara navê, geşedarên zorkaşan e Ji sirgûniya erdnîgarî, bi azadî nîşan e Bi matmayî parastîne, bi çûkên balşan e *** Pêsîrên min, mîna straneke Cîngenaye Ji tiliyên teyî lê gerandî, rîtmşkiyaye Ji dilxwaziya teyî yekserî, dil lêdaye *** Heke te li vir bibînim, can bi dilxwaziyaye Hesreta yekî me, ku xezalên giyanê çêraye Bi ramûsanan, ku van geyîkan avdaye Ku koka seretayî, dîsa li min bibe vegeriyaye Germahiya hembêza te, bi nûjînê êweyaye
·
98 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.