NEWA LI GULA EVÎNÊ
Evînê naxwaze wekî çemekî rawestayîn
Hingî wê ewran li ser wî bi dilopan bigirîn
Lê, bibe evîneke deryayî bi vîna hêrs bigîn
Hingê pêlên kefgirtî di xwe de dikî bi çeq çelqîn
Niffirra pir giran, hêviya razayî û bê gihîn
Ku destwerdanên başiyê hatin kirin bê têkûşîn
Can û ruh bûn warê derd û êşan bi zarên pêkutîn
Hingê nexweşî bi dermanê lêborînê bike tîn
Loma dest ji taxê berde û bi lawij bike drûzîn
Hingê bi xwedûrbûna canî, giyan wê bibe pêşbîn
Ta wê demê ji xwe re werîsê dilxwezî bike şîn
Kefa destan li semenê.. daku baskan netên birrîn
Jixwe çeka serbilindiyê jixwe neyête dayîn
Heta ku aramiyê, bi radestî neke vegerîn
Hingê wê evînê bi berdewamî bike xweş-gerîn
Her sibehê mîna NEWA daweşe li gulên rengîn
Heke were xwastin.. ta ku dilxwaziyê bibe mayîn
Bi jînê re.. hevdiliya birîn wê her bibe jiyîn