Ji alîyê mîrateya nivîskî ve heke rewşa kurdî bê analîzkirin tê dîtin ku Kurdî ji 2000 salan zêdetir e bûye zimanê nivîskî. Ji mêj ve ye bi Kurdî perwerdehî û xebatên hînkarîyê têne kirin. Heta dawîya dewleta Osmanî li medreseyan matematîk, mantiq, gramer, fiqih û hwd. bi Kurdî dihatin xwendin. Di salên dawî yên Dewlata Osmanî de bi zimanê Kurdî gelik pirtûk, kovar û rojname jî dihatin çapkirin. Lê piştî şerê yekemîn û îlankirina Komara Tirkîyeyê darbeyeke kujende li weşanên Kurdî hat xistin. Ligel piştî salên 1960î hin berhem derketibin holê jî mîrateya nivîskî di nav Kurdên Tirkîyeyê de di sedsala dawî de qels maye.